Îran: Îsraîl hewl dide rê li ber hevpeymanê bigire
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew û Serokê DYA’yê Donald Trump, di mijara muzakereyên derbarê Îranê de li ser "bi tevahî ji holê rakirina gefa nukleerî" li hev kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew û Serokê DYA’yê Donald Trump, di mijara muzakereyên derbarê Îranê de li ser "bi tevahî ji holê rakirina gefa nukleerî" li hev kirine.
Benjamin Netanyahu, piştî hevdîtina xwe ya şeva şemiyê ya bi Donald Trump re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku divê peymana dawî ya bi Îranê re "gefa nukleerî bi tevahî ji holê rake." Netanyahu diyar kir ku ev yek tê wateya hilweşandina saziyên dewlemendkirina ûranyumê yên Îranê û derxistina materyalên nukleerî yên dewlemendkirî ji derveyî welat.
Li aliyê din, li gorî nûçeya ku Drop Site News’ê ragihandiye, rayedarekî pilebilind ê Îranî angaşt kir ku Îsraîl ji bo astengkirina peymanê hewildaneke mezin dide. Rayedar diyar kir ku ew li benda wê ne ku rêveberiya DYA’yê biryarên xwe "serbixwe ji bandorên derve" bide.
Ajansa Nûçeyan a Tasnim’ê jî ragihand ku DYA, bi taybetî di mijara serbestberdana malên Îranê yên hatine blokekirin de, hîn jî hinek xalên peymanê asteng dike. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku hûrguliyên peymanê bi tevahî zelal nebûne û hîn îmzeyeke fermî nehatiye avêtin.
Rayedarekî pilebilind ê rêveberiya Trump ku navê wî nehat eşkere kirin, ji Axios’ê re axivî û got ku nayê payîn peyman îro bê îmzekirin û gelek hûrguliyên teknîkî hene ku divê bên çareser kirin. Her wiha rayedar diyar kir ku aliyê Îranê pêvajoyê hêdî dimeşîne û dibe ku pêvajoyên pejirandina peymanê çend rojan bidome.
Naim Qasim jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew hêvî dikin peymana bi Îranê re di demeke nêz de bi dawî bibe. Li gorî AFP’ê, Qasim di axaftina xwe ya televîzyonê de got ku ew li bendê ne Hizbullah jî bibe parçeyek ji pêvajoya peymanê.
Qasim her wiha destnîşan kir ku bêçekkirina Hizbullahê nayê qebûlkirin û parast ku ev yek tê wateya tunebûnê.
Netanyahu jî di daxuyaniya xwe ya roja yekşemê de diyar kir ku Trump destnîşan kiriye ku ew piştgiriyê dide têkoşîna Îsraîlê ya li dijî Hizbullahê.